Şêx Hesenan
Xuyakirin
Şêxhesenan navekî eşîrî yê li Kurdistanê. Bi vî navî li gelekî herêmên Kurdistanê eşîr û ezbet hene. Li Bedlîsê eşîra Şêxhesenan misilmanên sunî û li Dêrsimê jî yên elewî ne. Şêxhesenî yek ji sê êlên mezin ên talî yên Dêrsimê ye. Ew li rojhilata Dêrsimê, li Pulurê, Melkişê û Xozatê dimînin.
Gorê Nûrî Dêrsimî ew navê xwe mîrekî kurd ê ji xanedana mîrên Çemîşgezekê Mîr Şex Hesen girtîyê. Tê gotin ku çar hev kurên Mer Şêx Hesen hebûne, ev bûnê bavkalê êşîrên Şêxhesenan Ebas, Ferhad, Qerebal, Qirgan. Eşîrên/Qebîlên Şêxhesenan li Dêrsimê ev in: Ebasan (eşîra Seyîd Riza), Ferhadan, Qerebelan û Qirxan.
Li Sêwas û Gumuşxaneyê eşîreke akincî bi vî navî heye.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |