Here naverokê

Derûnnasiya perwerdeyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Guhartoya 22:01, 7 tîrmeh 2012 ya ji aliyê MerlIwBot (gotûbêj | beşdarî) (robot zêdekirin:hu:Pedagógiai pszichológia) ve

Psîkolojiya perwerdeyê an jî psîkolojiya pedagogîk, zanîstiya pedagogî û psîkolojiyê bi hevre di mezinkirin û perwerdekirina zarok û ciwanan de bikartîne. Wekî tê zanîn di jiyana mirov de zarokatî pirr girîng e. Gorî hin zanîstan salên 0-6 bingeha hemî kesayetiyê ye û mirov çi bigire êdî hew diguhere di jiyanê de.

Gihîştin û mezinbûna mirov de hin radeyên girîng hene. Wekî radeya oral, radeya anal, radeya genîtal, adolesan, ciwanî, gihîştî û kalbûn. Her radeyek xwedî taybetiyek e. Di her radeyê de pêwîstî û pirsgirêkên mirov cûda ne. Psîkologê pedagogîk lêkolînan dike û herwekî li tedawiyan jî digere. Di dema nûjen de li dibistanan, girtîgehên ciwanan, klînîkên zarokan hwd psîkologên pedagogîk kar dikin.