Here naverokê

Kelem

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Guhartoya 03:00, 10 kanûna pêşîn 2008 ya ji aliyê Zeynelabidin Zinar (gotûbêj | beşdarî) (Rûpela nû hate tomar kirin) ve
(cudahî) ← Guhartoya kevintir | Guhartoya niha (cudahî) | Guhartoya nûtir → (cudahî)

KELEM

Pincareke belgîn e, girover dibe û jê re "serî" yanî seriyek kelem tê gotin. Belgên wê li hev dilefin û weke topê girover dibin, rengê belgan sipî ye, hinek texlît rengzer in, tê de demareke qalind û pehn heye.

Çandina kelemê, bi şitlan çêdibe. Tovê wê bizrekî hûr e, di destpêka biharê de wek tovê baacana sor li deverekê direşînin û dema hêşîn bû, wek şitl radikin û dibin di zeviyekê de, li nava baxçe di mişaran de diçînin, av didin heta ku mezin dibe û dibe serî. Seriyên kelemê mezin dibe û eger erda ku tê de hatiye çandin rind be, her ku diçe mezintir dibe heta ku hinek serî 10, 15, 20 û zêdetir kg. dibe.

Belgê herî li derve yê li ser seriyê kelemê, bi rengê şînekî vekirî ye. Ji belgên kelemê, gelek xwarinên cuda têne çêkirin, xasma aprax ango "sarme", şorbe û tirşîn. Lê di van salên dawîn de ku xwarina "piza" ji aliyê Îtaliyan ve ku derketiye holê, pê re tenê seleta keleman tê xwarin.

Li Kurdistanê, ji bo xwarina zivistanê li herêmên sar, her malbateke Kurd bi dehan seriyê keleman di mala xwe de diparêze û di zivistanê de dixwin.

Deşta Mûşê bi kelemên xwe pir menşûr bûye.