Garanîk
Garanîk | |
---|---|
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Animalia |
Filûm: | Chordata |
Çîn: | Aves |
Kom: | Ciconiiformes |
Famîle: | Ardeidae |
Cins: | Bubulcus Bonaparte, 1855 |
Cure: | B. ibis |
Navê zanistî yê latînî | |
Bubulcus ibis (Linnaeus, 1758) | |
Bincureyên garanîkan | |
B. i. ibis (Linnaeus, 1758) | |
Belavbûna garanîkan li cîhanê Cihên ku tê de têjikên xwe tînin derê. Tevahiya salê. Cihên ku tê de garanîk hene lê hêlîn çênakin. | |
Hevwate | |
Ardea ibis Linnaeus, 1758 |
Garanîk an jî garranîk (bi soranî: Şawerrixne; bi latînî: Bubulcus ibis) cureyekî famîleya şaqaviyan e.
Şayes
Garanîk nêzî 50 cm dirêj e. Ji dûr ve spî diyar dike (zivistanan bi xwe spî spî dibe). Pê sor in. Çend perekên bavzer ên dirêj li singê wî ne. Çav zer in bi ser sorî ve. Nikul zer e û pê qehwayiyekî bi ser reşî ve ne.
Reftar û jîngeh
Hindek caran li ser pişta çêl û gamêşan dadide, wan mêş û mûran dixwe yên taloqî wan dibin. Wekî şaqaviyên din hind naçe di avê de xwarina wî xişoke û beqên biçûk in.
Pirbûn
Komkome di nav qeramî û levenan û darûbarên berlêvên robaran hêlînan çêdikin; 4-5 hêkên rengesmanî dike.
Belavbûn
Li Kurdistanê behra pitir payîzan û biharan dihê dîtin. Li bakurê û nîveka Afrîkayê û li Portûgalê û başûrê Spanyayê û li Sûriyê û başûrê Îraqê û li Erebistanê û devera Deryaya Qezwîn û bakurê Îranê û Deryaya Reş têjikan tîne derê.
Pêşangeh
-
Garanîk li pişta gamêşan.
-
Garanîk ji Kurdistanê
Çavkanî
-Îsmaîl Taha Şahîn]] (2006). Balindeyên Kurdistanê. Spîrêz, Dihok. (Bi tîpên erebî ye, ji bo tîpguhêziya latînî û wîkîpedyandina nivîsê, bikarhêner MikaelF).
- Zana Farqînî. Ferhenga kurdî-tirkî. Enstîtuya Kurdî, Stenbol.
- H. Heinzel, R. Fitter û J. Parslow (1995). Türkiye ve Avrupa'nın Kuşları (Kuzey Afrika ve Orta doğu dahil). Türkiye Doğal Hayatı Kuruma Derneği, Stenbol. ISBN 975 94098 28
- D. îzolî (2007). Ferhenga kurdî-tirkî-kurdî. Deng, Amed.
- R.F. Porter, S. Christensen, P. Schiermacker-Hansen (1996). Field Guide to the birds of the Middle East. T & A D Poyser, London.
Girêdanên derve
- Ageing and sexing (PDF) by Javier Blasco-Zumeta & Gerd-Michael Heinze
- Cattle Egret – [http://sabap2.adu.org.za/docs/sabap1/071.pdf Species text in The Atlas of Southern African Birds