Garanîk
Garanîk | |
---|---|
Breeding adult of nominate subspecies | |
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Animalia |
Filûm: | Chordata |
Çîn: | Aves |
Kom: | Ciconiiformes |
Famîle: | Ardeidae |
Cins: | Bubulcus Bonaparte, 1855 |
Cure: | B. ibis |
Navê zanistî yê latînî | |
Bubulcus ibis (Linnaeus, 1758) | |
Bincureyên garanîkan | |
B. i. ibis (Linnaeus, 1758) | |
Belavbûna garanîkan li cîhanê Zer: cihên ku tê de têjikên xwe tînin derê Kesk: tevahiya salê Heşîn: cihên ku tê de garanîk hene lê hêlîn çênakin. | |
Hevwate | |
Ardea ibis Linnaeus, 1758 |
Garanîk an jî garranîk (bi soranî: Şawerrixne; bi latînî: Bubulcus ibis) cureyekî famîleya şaqaviyan e.
50 cm dirêj e. Ji dûr ve spî diyar dike (zivistanan bi xwe spî spî dibe). Pê sor in. Çend perekên bavzer ên dirêj li singê wî ne. Çav zer in bi ser sorî ve. Nikul zer e û pê qehwayiyekî bi ser reşî ve ne.
Hindek caran li ser pişta çêl û gamêşan dadide, wan mêş û moran dixwe yên taloqî wan dibin. Wekî şaqaviyên din hind naçe di avê de xwarina wî xişoke û beqên biçûk in.
Komkome di nav qeramî û levenan û darûbarên berlêvên robaran hêlînan çêdikin; 4-5 hêkên rengesmanî dike.
Li Kurdistanê behra pitir payîzan û biharan dihê dîtin. Li bakurê û nîveka Afrîkayê û li Portûgalê û başûrê Spanyayê û li Sûriyê û başûrê Îraqê û li Erebistanê û devera Deryaya Qezwîn û bakurê Îranê û Deryaya Reş têjikan tîne derê.
- ^ BirdLife International (2008). Bubulcus ibis. In: IUCN 2008. IUCN Red List of Threatened Species. Downloaded on 05 November 2008. Database entry includes justification for why this species is of least concern