Here naverokê

Darius Winzer: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
BKurteya guhartinê tine
Rêz 24: Rêz 24:
[[Kategorî:Derûnnas]]
[[Kategorî:Derûnnas]]
[[Kategorî:Derûnnasên kurd]]
[[Kategorî:Derûnnasên kurd]]
[[Kategorî:Psîkologên kurd]]

Guhartoya 01:24, 24 kanûna paşîn 2022

Darius Winzer * 14ê reşemiyê 1973 li Gimgim, Mûş a bakurê Kurdistanê) derûnnasekî kurd û alman e. Damezrînerê akademiya derûnnasî û şêwirmendiya navçandî Derûn Academyê ye.

Jiyan

Darius, Zanîngeha Stenbolê beşa derûnnasiyê (psikolojî) bidawî dike. Bi qasî 5 salan li Stenbolê, li taxa Beşîktaşê wekî derûnnas (terapîst) kar dike.

Di ciwantiya xwe de bi navên maxlas bo kovarên kurdî çîrok, pêkenok, lîstikên zarokan berhev dike. Sala 1999ê berê xwe dide Ewropa. Li Almanyayê bicih dibe. Li gel karê xwe wekî derûnnas, bi amatorî rojnamegerî jî kiriye. Perwerdeya redaktoriyê dibîne û nasnameya rojnamegerên serbest werdigire. Herwiha yek ji pêşîn bikarhênerên Wîkîpediya Kurdî ye û bo ensîklopediya Kurdî gelek gotaran dinivîsîne.

Li Almanya li gel karê xwe perwerdeya terapiya psîkotrawmayê, hûmanîst terapî, terapiya mêr-jin û malbatê, terapiya îmagînasyonê, terapiya bernamesaziya neurolîngûîstîk (NLP), terapiya dîalektîk a tevgerê, EMDR, terapiya vehestina otojenîk, PMR û gelekan jî dibîne û wan di xebata xwe de bikartîne.

Di nexweşxaneyan de, di beşa derûndermaniya navçandî (înterkûltûral psîkolojî) de, bi zimanê kurdî û tirkî wekî derûnnasê klînîkê (klînîkpsîkolog) kar dike. Li nexweşxaneyekê dersên nexweşiyên tirsê dide û terapiyên komê birêve dibe. Li klînîka ku bi konsepta derûnlaşî (psîkosomatîk) dihate naskirin Michael Balint Klinikê de nêzîkî 10 salan bi zimanê kurdî û tirkî terapîstiyê dike.

1300 Jinên Êzîdî yên ji destên DAÎŞê (IŞİD) hatine rizgarkirin, bi alîkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê bo tedawiyê tînin Almanya. Eyaleta Baden Württemberg mafê rûniştinê dide van jinan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî piştgiriya darayî dide. Terapiya wan 4 salan berdewam dike û Darius jî wekî terapîst di tedawiya van jinan de cih digire. Herwiha di gelek navendên terapiya trawmayê yên bo penaberan hatine avakirin de, kar dike.

Di kovara Psychology Kurdî de gotarên wî yên zanistî tên weşandin.

Damezrînerê Derûn Academyê (Derûn Akademî) ye. Akademî wekî "Navenda Derûnnasî û Şewirmendiyê ya Kurd" jî tê binavkirin. Ev akademiya derûnnasî û şêwirmendiyê, konsepta derûndermaniya navçandî bi Kurdan dide nasandin.

Girêdan